ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 14 Cotmeh 2017
  • Rojev

*Hevseroka Meclîsa Reqqayê Leyla Mistefa  derbarê armanca avakirina forma Reqqayê de nirxandinên girîng kir. BI DÎMEN

 
*Jinên tevlî atolya Jîneolojiyê ya ji aliyê Platforma Jinên Mêrdînê ve hatiye vekirin bûn diyar kirin ku ew li dijî pergala ku wan ji hev dikin wê têbikoşin. BI DÎMEN
 
*Hunermend Fusun Demîrel ku ji du darbe û gelek zext û OHAL’a dawî re şahidî kiriye diyar kir ku civak niha di bin birînek giran de ye û got : “Di îdeolojiyên faşîst de destpêkê çand û huner tên qedexekirin. Di televîzyonan de di esasa îdeolojiya desthilatdariyê de  kar tên kirin. Emê li dijî zextan têbikoşin.” BI DÎMEN
 
*Dayikên Aştiyê bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Mîmarê aştiyeke mayînde li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Divê demildest ev tecrîd rabe. Beyî rêbertiyê ne komkujî radibin ne jî şer. BI DÎMEN
 
*Hevseroka DBP’a Amedê Ruken Akçayê  biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ ya jib o Fîskayayê hatiye girtin û hilweşîna li Sûrê berdewam dike nirxandin kir û diyar kir ku AKP ya ji bo rantê Kurdistanê talan dike wê bê mahkumkirin. BI DÎMEN
 
*Suzan Yalçin ya 11 salî ku bi pençeşêra îlîkê ketiye, niha li bende donoreke li gorî xwe ye. 
 
*Buket Ulukut ya li Yakakoyê ya Fethiyeyê dijî, ji jiyana Mecîdiyekoyê xwe gîhand jiyana çewlîgê. Buketê li Yakakoyê bi bizinekê çewlîg ava kir û diyar kir kudivê  li gundan piştgirî ji bo hilberîneriyê bê dayîn. BI DÎMEN
 
*Di meha Tebaxê de kesê bi navê Alî P. yê 28 salî zarokek ku xizmê wî bû îstîsmar kir. Der barê bûyerê doz hat vekirin û ji bo Alî ji 9 salan heta 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Zaroka ku parastina cewherî pêk anî jî hat parastin û Alî P. yê derket runiştina yekemîn beyî girtî tê darizandin. BI DÎMEN
 
*Jinên kedkarên cemawerî ku hatin îxrackirin li Batikentê hatin cem hev û du atolye ava kirin. Jin li atolyeyê piştevanî û hilberînê pêk tînin û hiyerarşiyê red dikin.  Canan Çaglayan ku di atolyê de cih digire diyar kir ku ji bilî têkoşîna rêxistinkirinê tiştek tine û ligel vê ji divê em jiyanê bihûnin, berxwedanê bidomînin. BI DÎMEN