Dayikên Aştiyê: Mîmarê aştiya mayînde li Îmraliyê ye
- 09:10 14 Cotmeh 2017
- Rojane
Bengîsu Komurcu
STENBOL - Dayikên Aştiyê bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Mîmarê aştiyeke mayînde li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Divê demildest ev tecrîd rabe. Beyî rêbertiyê ne komkujî radibin ne jî şer.
Dayikên Aştiyê bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û banga têkoşînê kirin.
Emîne Erbeyê diyar kir ku bi rakirina tecrîdê wê gelê Kurd bigihêje azadiya xwe û wiha got: “Em dixwazin tecrîda li ser Rêbertiyê rabe. Rêbertî ne tenê gelê Kurd wê pêşeroja hemû gelan xilas bike. her ku tecrîd giran dibe zêdetir gel tê girtin û qetilkirin. Ji bo aştî pêk bê divê Rêbertî azad bibe û divê her kes bikeve nava tevgerê. Em naxwazin ciwanên Kurd, polîs û leşker bimrin.”
Emîneyê diyar kir ku ew aştiyeke ku Abdullah Ocalan muxatab nagirin, naxwazin û got ew gelekî ku aştiyê diqîrine.
‘Me bi wan çavê xwe vekir’
Perîhan Akbulutê jî diyar kir ku Abdullah Ocalan îradeya 40 mîlyon Kurdiye û wiha pê de çû: “Ew îradeya me ye. Ew niha tenê nayê tecrîdkirin. Bi wî re gelê Kurd jî tê tecrîdkirin. Birêz Ocalan mifteya aştiyê ye. Divê ev baş bê fêmkirin. Wek hemû gelan serokê me jî heye. Rêbertiyê tiştên gelek xweş kir. Jinan bi wî re çavê xwe vekir. Hemû gel hewcedarê îdeolojiya Abdullah Ocalanin. Divê ji bo Aştiyê Ocalan serbest bê berdan.”
Sultan Bozkurtê jî diyar kir ku bi mehane agahî ji Abdullah Ocalan nagirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nizanin rewşa wî çawaye. Bi tecrîda li ser wî rewşa welat diguhere. Her ku tecrîd giran dibe zext û komkujî zêde dibin. Bila Erdogan xwe bike şûna dayika gerîla û leşkeran. Zarokên xwe naşîne leşkeriyê lê yên din dişîne. “
Zeynep Calihanê jî daxuyakirin ku bi desthilatdariya heyî re hêviya aştiyê tine û got mifteya aştiyê li Îmraliyê di bin tecrîdek girande ye û got heta ew azad nebe aştî û azadî pêk nayê.








