Leyla Mistefa: Em ê bajarê Reqqayê bi hev re ava bikin

  • 09:03 14 Cotmeh 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
EYN ÎSA - Hevseroka Meclîsa Reqqayê Leyla Mistefa  derbarê armanca avakirina forma Reqqayê de nirxandinên girîng kir. 
 
Leyla Mistefa, derbarê avakirina Forma Reqqayê  de nirxandinên girîng kir û got: "Bi sedan jin û êlên ereb tevlî  şerê Rizgarkirina Bajarê Reqayê bûn. Îro jî Reqa ber bi rizgarkirinê ve diçe û ew ji her aliyan ve erk û berpirsiyariyên xwe yên girîng bi cih tînin."
 
Leyla wiha got:"Forma Reqayê ku hat lidarixsitin jin û ciwan û êlên ereb tevlî bûn. Gelê Reqayê bi tevlîbûna xwe peyam da  hemû cîhanê. Piştgiriya wan a ji bo rizgarkirina Bajarê Reqayê bi giştî ye. Gel di asta herî bilind de, bi yek dil û mejiyî xebatên xwe didin meşadin." 
 
Leyla diyar kir ku:"Em  bi avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk, gihaştin jiyaneke azad, wê jin û ciwan bi vê erkê re rabin. Ji ber ku jin ji şer û siyaseta roja îro  pêşengtiyê dike. Bingeha civakek azad û demokratîk girêdayî bingeha jineke azad e . Loma jî avakirina Sûriyeyek demokratîk û pirnetewî bingeha avakirina pergala jinê ye."
 
Leyla da xuyakirin ku: "Biryarên ku em bigirin her wiha ew ê ji bo piştgiriya hêzên sûriyeya demokratîk be. Em ê bajarê xwe bi hev re ava bikin û erka xizmeta gelên Reqqayê em ê pêk bînin." 
 
Leyla di dawiya axaftina xwe de wiha  got: "Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin, bingeh û siyaseta em di herêmê de didin meşandin a ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ye."