Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Em ê pênûşa Dilîşan li Erdê nehêlin
- 17:36 13 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojanamegerên Jin a Mezopotamyayê derbarê qetilkirina nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbîş de ku di encma êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê derbarê qetilkirina nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbîş ku dema Pêngava Bagera Cizîrê dişopand ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin de daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya bi giştî wiha ye:
"Duh êvarî saet di 18.30’an de li dijî sivîlên ku ji faşîzma çeteyên DAIŞ’ê direviyan û dixwestin ku werin qada di bin kontrola QSD’ê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke bi du wesayitên bombebarkirî pêk anîn. Di encma êrîşa ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hat kirin de nûçegîhana ANH'yê ku li heman herêmê nûçe dişopandin Dilîşan Îbîş jiyana xwe ji det da û dîsa nûçegîhanên ANHA'yê Rizgar Denîz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn.
Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê soza ku me ji Nûjiyan Erhan û Denîz Firat re dabû dibare dikin û dibêjin ku em ê pênûsa Dîlîşan jî li erdê nehêlin. Em wekî şopdarên Gurbetellî, Zeynep Erdem, Ayfer Serçe em ê berxwedana xwe berdewam bikin û bi nûçe û sozê ku me da hebûna xwe berdewam bikin.
Em ji hempîşeyên xwe Rizgar Denîz û Hogir Mihemed re jî şîfayê dixwazin û ji malbat û rêhevalên Dilîşan re jî sersaxiyê dixwazin."








