Li Yukselê jinan bertek nîşanî êrîşa polîsan dan
- 15:06 13 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Di roja 339'emîn a çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" a li kolana Yukselê polîs bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşî çalakgeran kir. Jinên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan dan wiha gotin: "Ger ku hûn dibêjin em personelên gelemperiyê ne divê ku hûn bizaninbin hûn ê bi mirovan re têkiliyeke çawa deynin."
Akademîsyen Nuriye Gulmen û perwerdekar Semîh Ozakça yên ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin çalakiya wan a greva birçîbûnê ku bi minasebeta li karê xwe vegerin dabûn destpêkirin di roja 219'emîn de berdewam dike. Nuriye çalakiya xwe li Nexweşxaneya Nimûneyê ya Enqereyê berdewam dike û Semîh jî li Nexweşxaneya Kampusa Sîncanê heman çalakiyê berewam dike.
Çakiya kedkarên cemaweriyê ku bi minasebata li karê xwe vegerin û piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi dirûşma "Em karê xwe paşve dixwazin" dabûn destpêkirin jî di roja 339'emîn de berdewam dike.
Îro jî polîsan destur neda ku çalakger li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê ye daxuyaniyê bidin. Piştî ku ji aliyê polîsan ve destûr nehat dayîn çalakger li kuçeya Konurê kom bûn, piştî ku pankarta destên xwe vekirin bi êrîşa polîsan re a bi gaza îsotê û guleyên plastîk re rûbirû man. Polîs pankarta çalakgeran dirand û 3 kes jî bi derbkirinê binçav kirin.
Jinan bertek nîşan da
Di vê navberê de du jinên ku li kolana Konurê li cihekî xwarin dixwarin, diyar kirin ku ew ji gazê rehetsiz bûne û bertek nîşanî polîsan dan. Ji van jinan yekê dema ku bi polîs re ket niqaşê got ku ew parêzer e û ya din jî wiha got: "Ger ku hûn dibêjin em personelên gelemperiyê ne divê ku hûn bizanibin hûn ê çawa bi mirovan re têkiliyê daynin."








