Zarokên Navenda Aram Tîgran hatin xelatkirin!

  • 14:37 13 Cotmeh 2017
  • Rojane
Dîmen heye
 
Girkêlegê - Li Girkêlegê zarokên Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê  di 3' mîn mihrîcana zarokan de hatin xelatkirin.
 
Li Bajarokê Girkêlegê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê zarok ên komên çand û hunerê ji bo serkeftin û beşdarbûna wan di 3'mîn mihrîcana zarokan de  bi şahiyekê xelat wergirtin. Di merasîma xelatdayina zarokan de  deqeyek rêzgirtin hat girtin û piştre  zarokan  bi muzîk  û şano govenda şahiyê geş kirin.Koma "Berfa çiya"  stranên xwe yên şoreşgeriyê pêşkêş kirin. Her wiha koma" Diljîn Nêrigiz" ya jinên xweser jî govenda xwe gerandin. Koma "Mizgin Delîla" jî bi erbaneyan, stranên gelêrî gotin. Koma şano ya "yekta" şanoya xwe ya bi navê 'demên vala' lîstin. Dawiyê  jî  xelat li tevahî endamên koman hatin belavkirin.  
 
Şahî bi girtina govendê bi dawî bû.