Malbat Abdullah Ocalan ji bo pêre hevdtinê bike serlêdan kir
- 12:23 13 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo bi birayê xwe Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya wê Bilind a Îmraliyê ye re roja duşemê hevdîtinê bikin, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji malbatên girtiyên din birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Ali Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.








