Newroz Uysal: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye, polîtîk e

  • 09:35 13 Cotmeh 2017
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzera Abdullah Ocalan Newroz Uysalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku tecrîda pêk tê ne hiqûqî ye, polîtîk e.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Uysalê diyar kir ku helwesta dewleta Tirk a di pirsgirêka Kurd de çi be, di tecrîdê de jî helwesta wan heman e.
 
Newrozê di berdewamiyê de gotinên Abdullah Ocalan yên wekî ‘Di esasê xwe de komplo bi xwe, destpêka 3’emîn şerê cîhanê ye’ û got:" Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Pirsgirêka herî mezin ya li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd e. Her kesî di pisgirêka herî biçûk de Kurd bikaranî, lê dema mirov li gotina Birêz Ocalan  a wekî ‘Me Kurdên azad derxist holê. Di şexsê min de gelê Kurd hedef hat girtin’ dinêrin, mirov her tiştî dibînin.”
 
‘Kurdan lîstik xera kir’
 
Newrozê di berdewamiyê de bi lêv kir ku yek nokteya girîng a şerê cîhanê û Rojhilata Navîn, Kurd in û ev tişt vegot: “Nirxandinên Birêz Ocalan ên wê demê niha derketine holê. Kurd di şerê tê meşandin de hemû lîstikan xera dike.   Niha tecrîdek giran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin.  Tecrîd ne hiqûqî ye, polîtîk e. Pêkanîneke siyasî ye.”