Nazîfe Onay: Dengê me yê dîwar lerizand gihaşt Nuriye û Semîh
- 09:15 13 Cotmeh 2017
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Berxwedêra Yukselê, Nazîfe Onay bi nameya ku ji girtîgeha Sîncanê şand, diyar kir ku ew grêva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça slav dike û got sê roj şûnde hîn bûne ku Nûriye ji derveyî îradeya wê birine nexweşxanê û got ev aliyê tecrîdê ye. Nazîfeyê daxuyakirin ku piştî nûçeyê, sê rojan çalakiya li derîxistinê pêk anîne.
Nazîfe Onay piştî bi KHK’ê hat îxrackirin şûnde ji bo vegere karê xwe di 7’ê Sibatê de dest bi berxwedanê kir û ji ber cezayê girtîgeha malê red kir di 8’ê Tebaxê de hat girtin û şandin girtîgeha Jinan a Sîncanê.Nazîfeyê berxwedana xwe ya li ber Cevahîr AVM ya Şîşlî ya Stenbolê, piştî girtina Nuriye û Semîh bir kolana Yukselê û gelek caran bi îşkencê hatibû binçavkirin.
Di heman kampusê de rojek şûnde hîn bûn
Nazîfeyê ji girtîgeha Jinan a Sîncanê nameyek şand û got Nuriye di 26’ê Îlonê de ji derveyê îradeya wê birina serwîsa lênerîna giran a Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê û got rojek şûnde hîn bûne ku Nuriye birine. Nazîfeyê wiha got: “Li ser vê yekê me li girtîgehê ji bo Nuriye û Semîh çalakî pêk anîn.”
‘Ev nîşaneya aliyê tecrîdê ye’
Nazîfeyê da zanîn ku ev di esasê xwe de nîşaneya aliyê tecrîda li girtîgehan e û got nahêlin bi hevalên xwe yên di hucreyê de piştevaniyê pêk bîne. Nazîfeyê di berdewamiya nameyê de wiha got: “Lê wek em dizanin çanda Anatolyayê nirxên têkiliyên cîrantî û piştevaniyê fêrî mirovan dike. Ji ber vê jî zîhniyeta tecrîdê ne ji me ye. Me li dijî îşkenceya li beşa lênerîna giran a li hember Nuriyeyê deng derxist û çalakî pêk anîn.”








