Destûrê nadin dayika Sîsê ya 75 salî li hepsa malê jî bê girtin

  • 09:11 13 Cotmeh 2017
  • Rojane

Zeynep Turgut

MÛŞ - Dayika bi navê Sîsê Bîngol (75)  ku ji 7 mehan zêdetir e  li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê tê girtin û pirsgirêkên wê yên tendirûstiyê hene, destûr nayê dayîn ku di hepsa malê de jî bê girtin. Parêzerê dayika Sîsê banga hestiyariyê li raya giştî kir û got ku tendirustiya dayika Sîsê her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe.
 
Li navçeya Mûşê ya Gimgimê gundê Teknedûzê dayika Sîsê Bîngol bi hinceta 'Endama rêxistinê û bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye ' di 6'ê nîsana 2016'an de hatibû girtin.  Sîsê di daneşîna doza xwe ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin de hatibû tehliyekirin. Sîsê ji ber nexweşiya xwe û rewşa xwe ya 3 mehan a girtî ku li ber çavan hatibû girtin hatibû tehliyekirin. Lê Sîsê piştî bi 10 mehan di daneşîna doza wê ya ku hat kirin de ji aliyê heyeta dadgehê ve bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê' bi cezayê 4 sal û 2 meh ê girtîgehê hatibû cezakirin.
 
Dayika Sîsê, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Erzromê ve di 8'ê nîsana 2017'an de piştî ku cezayê wê hat erêkirin li gel lawê xwe yê ku ji heman dozê dihat darizandin Zaafer Bîngol, ji nû ve hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
 
Dayika Sîsê, ya  beriya ku bişînin girtîgehê bi mehekê krîza dil derbas kir dermankirina wê jî nîvco ma. Li gel rapora dayika Sîsê ya "nikare di girtîgehê de bimîne" jî  Wezareta Edaletê li dijî rewşa wê bêdeng dimîne û ti bersîvekê nade. Hat aşkerakirin ku dayika Sîsê ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê pêdiviyên xwe yên kesane jî bi alîkariya hevalên xwe yên di girtîgehê de dikare bi cih bîne.
 
'Sîsê li gel temenê xwe yê 75 salî di şert û mercên girande tê girtin'
 
Li gorî agahiyên ku ji parêzerê wê hatin girtin tendirustiya dayika Sîsê her roj ber bi xirabûnê ve diçe û divê ku dibin çavdêriyê de be. Parêzerê dayika Sîsê anî ziman ku laşê wê diwerime û şert û mercên girtîgehê jî bêhtir tendirûstiya wê dixin xeterê. Her  wiha parêzerê Sîsê diyar kir ku wan ji bo dayika Sîsê daxwaza hepsa malê kiriye lê ji ber ku raporek berfireh derbarê tendirustiya dayika Sîsê de nehatiye dayîn ev daxwaza wan jî hatiye redkirin. Parêzerê dayika Sîsê ji bo wê banga hestiyariyê kir, bertek nîşanî hewlesta rayedaran da û diyarkir ku şert û mercên darizandinê ji bo tecawizkar û êrîşkarên zayendî tên başkirin lê ji bo dayika Sîsê ya 75 salê ev başkirin pêk nayê.