Jinên koçer çanda pîroz û jiyana azad zindî dikin
- 09:07 13 Cotmeh 2017
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Jinên Gundê Tebkê yên ku bi mînaka hevgirtina jiyanê tên naskirin diyar kirin ku bi xeyalên zozanan û yekbûna jinan ew her tim çanda xwe ya pîroz diparêzin.
"Em ê bi êşên civaka xwe re bibin yek. Ji ber ku yekbûna civaka me hêza hundirê me her zindî dike."
Ji dîroka mirovahiyê ve kombûn wek esasê hebûna mirovan tê nasîn. Ji ber kombûna Klanan, parastin, wekhevî û yekdestî di civakên berê de dihat xwiyakirin. Li gel pêşketin û guhertina demê jî heta niha hinek mirovan, ev çand parastine. Bi taybetî gundê Koçerata û gundê Tebkê yek ji van gundan in. Li gorî dîrokê, ev gund nêzî 200 sal in hatine ava kirin. Ev gund bi bilindbûna axa xwe û dîroka xwe ya kevnar tê naskirin.
'Ez dev ji gundê xwe bernadim'
Jina bi navê Ezîma Ehmed wiha got: "Ji dayikbûna min ve ez li vî gundî jiyan dikim. Bi xweşî û nexweşiya wê re ez mezin bû me. Em li zozanan xeyalên xwe parve dikin. Jiyana xwezayî û yekbûna civakê dilê me bi hêz dikin. Sewal xwedîkirin yek ji dîroka civaka me ya kevnar e. Bi çêkirina penîr, nîvişik, mast em debara xwe dikin. Jiyana me her tim bi kedê dihat nasîn. Bi êşên hev re em dibûn yek. Niha dem hatiye guhertin, lê hîn gelek bermahiyê çanda me jî hene, dev jê bernadim. Ez nikarim tu caran ji gundê xwe dûr bikevim. Ji ber ku paşeroja min, li gundê min e."
Kombûna jinê hevgirtina civakê ye!
Jina bi navê Qumrî Koçer jî wiha got: "Jinên Gundê Tebkê tim di nava kar û xebatan de ne. Serê sibehê radibin û diçin karên xwe. Dema me ya zêde li zozanan derbas dibe. Berêvarî em vedigerin malên xwe. Em jin li hev kom dibin û çîrokên dayîkên xwe, bi hev re parve dikin. Ji ber ku kombûna jinê hevgirtina civakê bi xwe re çêdike."
Keda me pîroz e!
Jina bi navê Nazê Mohemed a ku bi dengbêjiya xwe tê naskirin wiha got: "Ji zarokatiya min ve ez dengbêjiyê fêr bûme, di nav civatan de bi dayîka xwe re her tim min li dengbêjan guhdar dikir . Min çanda xwe, hebûn û mirovatiya xwe li gundê xwe nas kir. Ez rojeke ji gundê xwe nadim bi sed rojên bajaran. Ji ber ku li vir rihê jinê her tim yek e. Wekî jinekê ez keda pîroz a jinê her tim diparêzim."








