Salçeya îsotan a Kobanê bi destên dayikan çêdibe!

  • 09:03 13 Cotmeh 2017
  • Rojane

Ronîda Hacî

TIL TEMIR - Her herêmek taybetmendiyek wê ya cuda heye. Taybetmendiya gelê Kobanê jî salçeya îsotan û tûjahî ye, yên ku herî zêde bi vî karî re mijûl dibe jî jin in.
 
Salçeya îsotan û tujahî yek ji taybetmendiyên gelê Kobanê ne. Yên ku herî zêdê di vî warî de kedê didin jî jin in.  Gelê Kobanê  ji salçeya îsotan re dibêjin dimsa îsotan. Gelê Cizîrê jê re dibêjin Mihemeriyê.
 
Yên ku di her warê jiyanê de parastina çand û dîrokê dikin jin in. Ji ber ku jin afirîner in.
 
Salçeya îsotan  tamê dide xwarinê!
 
Di derbarê vê mijarê de Hacir Şêxo ku bi xwe ji Kobanê ye û niha li Til Temirê dijî li ser çêkirina salçe ya îsotan wiha dibêje: "Em amadekariya demsala zivistanê dikin. Em niha salçeya îsotan çêdikin. Em 4 malbat in me 10 kîs îsot aniye ji bo em paqij bikin û em bikin salçeya îsotan. Em wekî gelê Kobanê bi tûjahiya xwe têne naskirin. Her xwarinê ku em çêdikên em salçeya îsotan dixin nav."
 
Hacirê  di dawiya axaftina xwe de wiha got; "Em her sal salçeya îsotan çêdikin. Tiştên ku mirov bi keda xwe û bi destên xwe çêdikin ji yên amade paqijtir in "
 
Semîra Şukrî diyar kir ku Gelê Kobanê bi kevneşopiyên xwe  ve girêdayî ne û heta roja îro çanda xwe diparêzin û wiha got: "Ev 20 sal in me mala xwe aniye Til Temirê. Mirov her çiqas ji bajarê xwe dûr be jî ji ber ku dayik li çanda xwe xwedî derdikevin, ew çand winda nabe. Salçeya îsotan jî kevneşopiya gelê Kobanê ye û bi destên dayikan berdewam dike. Em wekî jinên Kobanê bi hev re salçeya îsotan çêdikin û difiroşin."
 
Semîrayê herî dawî  stranek a li ser berxwedana kobanê diyarî gelê Kobanê kir.
 
Jin afirînera jiyanê ye, ya ku parastina çand û dîrokê dike jin e. Jinên Kobanê jî heta îro parastina bi vî rengî kirine.