ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 13 Cotmeh 2017
  • Rojev
*Her herêmek taybetmendiyek wê ya cuda heye. Taybetmendiya gelê Kobanê jî salçeya îsotan û tûjahî ye, yên ku herî zêde bi vî karî re mijûl dibe jî jin in. BI DÎMEN
 
*Jinên Gundê Tebkê yên ku bi mînaka hevgirtina jiyanê tên naskirin diyar kirin ku bi xeyalên zozanan û yekbûna jinan ew  her tim çanda xwe ya pîroz  diparêzin. BI DÎMEN
 
*Dayika bi navê Sîsê Bîngol (75)  ku ji 7 mehan zêdetir e  li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê tê girtin û pirsgirêkên wê yên tendirûstiyê hene, destûr nayê dayîn ku di hepsa malê de jî bê girtin. Parêzerê dayika Sîsê banga hestiyariyê li raya giştî kir û got ku tendirustiya dayika Sîsê her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe.
 
*Berxwedêra Yukselê, Nazîfe Onay bi nameya ku ji girtîgeha Sîncanê şand, diyar kir ku ew grêva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça slav dike û got  sê roj şûnde hîn bûne ku Nûriye ji derveyî îradeya wê birine nexweşxanê û got ev aliyê tecrîdê ye. Nazîfeyê daxuyakirin ku piştî nûçeyê, sê rojan çalakiya li derîxistinê pêk anîne.
 
*Latîfe Akyuz a ku di berxwedana rêveberiyên xweser a li Nisêbînê de nevî û biraziyê xwe wenda kir, diyar kir ku bi mehan e dewlet wan bi qedexeya goristanê û hinceta DNA’yê mijûl dike. BI DÎMEN
 
*Dewleta ku Sûrê bi hilweşînan nekare biçewisîne, niha ciwanên wê bi komele û weqfan bê bandor dihêle.  Komeleyên bi piştgiriya dewletê li Sûrê hatine vekirin, hedef dike ku ciwanan bê nasname bihêlin û serî bi wan bide tewandin.
 
*Parêzerên jin Derbarê bila Bi Qanûna Xizmetên Nifûsê re di hinek Qanûnan de Guherîn Bê kirin de axivîn û diyar kirin ku êrîşên li dijî jinan heta mudaxalekirina mafê hilbijartinê çûye û banga têkoşînê li hemû jinan kir. BI DÎMEN
 
*6 Jinên ji Kurdistanê koçî Mêrsînê kirine, bi hesreta axa xwe tiştan diçînin. Tevî hemû zor û zehmetiyan bi hezkirinek mezin axê dişuxulînin. BI DÎMEN
 
*Parêzera Abdullah Ocalan Newroz Uysalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku tecrîda pêk tê ne hiqûqî ye, polîtîk e. BI DÎMEN
 
*Meryem El Avdul Sileman û keça wê Verde Alî Sileman dema ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatin xilaskirin, ewil çarşefên reş qetandin.
Meryem û Verda tiştên ku jiyane vedibêjin.