Serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin

  • 17:38 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 694'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê dîsa serlêdana parêzeran hat redkirin
 
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Faîk Ozgur Erol bi armanca bi muvekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta Qanûna Mafên Înfazê ya Tedbîrên Ewlekariyê û Cezayê ya bi Hejmara 5275'an hat redkirin.  
 
Hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 694 caran bi hinceta "Muxalefeta hewayê", "Keştî xerabe ye", "Keştî tê tamîrkirin" û bi sedema "OHAL'ê " hat astengkirin.