Lîna Berekat: Forma Reqqayê gaveke dîrokî ye

  • 17:08 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
EYN ÎSA - Rêvebira Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Lîna Berekat diyar kir ku forma Reqqayê gaveke dîrokî ye û wiha got:” Bê hêza jinê ne pêkane ku gaveke dîrokî bê avêtin.”
 
Forma Reqqayê bi dehan şax ên êlên ereban, federaliya demokratîk,rêveberiya xweser, rêxistinên ciwanan, Meclîsa Minbicê, hinek kes ên ku bi nav û deng ji Dêrazorê tê de cihên xwe digirin. Berî demekê  Forma Reqqayê hat ava kirin.  Rêvebira Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Lîna Berekat diyar kir ku  di avakirina sûriyeya demokratîk de jin hêza yekemîn e.
 
Lîna wiha dewam kir: "Me hêza çeteyan bi têkoşîn û îradeya xwe ji ser axa xwe dûr xist. Di vê pêvajoya dîrokî de gerek em hêza xwe berz bikin. Jin hêza jiyanê ye û dê di warê têkoşînê de gavên mezintir biavêjin. Bi hêz û tevlîbûna jinan dê pirsgirêkên civakî ji holê rabin. Divê jin azad be. Ku jin ne azad be dê tu der neyê azadkirin.”
 
Lîna di dawiya axaftina xwe de wiha  got: "Tevlîbûna jinê dê ji sûriyeyek azad û demoqratîk pêşengtiyê bike.”