Operasyona Komeleya Dêrsimê ya li Bûrsayê: Binçavkirin hene

  • 14:18 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
BURSA - Endama Federasyona Komeleya Dêrsimê (DEDEF) û Seroka Komeleya Dersîmiyan a Bursayê Hediye Zengîn û endamên komeleyan sibê zû di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
 
Di gelek cihên Tirkiyeyê de li dijî Partiya Herêma Demokratîk (HDP) û saziyên demokratîk zext û zordarî berdewam dikin, li gelek bajaran operasyon didome. Endama Federasyona Komeleya Dersîmê (DEDEF) û Seroka Komeleya Dersîmiyan a Bursayê Hediye Zengîn û endamên komeleyan ku navên wan ne diyar in sibê zû di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
 
Yên ku hatine binçavkirin ne diyar e ku birine ku derê.