Du roj in ku ji Pîroze Kontanê agahî nayê girtin

  • 14:16 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
WAN - Ji Pîroze Kontana 21 salî ev du roj in ku agahî nayê girtin. Xizmên Pîrozeyê îddîa kirin ku ew  hatiye revandin û banga hestiyariyê kirin.
 
Hat diyarkirin ku Pîrozeya 21 salî ya ku li Kolana Bostanîçî ya  Navçeya Îpekyolû ya Wanê rûdine ji do de winda ye. Li gor agahiyên şahidên bûyerê Pîrozeyê ji aliyê Mûstafa Gulgeç hatiye derbkirin û pişt re hatiye revandin. Xizmên Pîrozeyê diyar kirin ku ew bi guman in. Malbata wê jî daxwaz kirin ku Pîrozeyê bê dîtin.