Cenazeyên ku ji TOKÎ'yan hatin derxistin şandin Stenbolê

  • 13:22 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyê 2 kesên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn şandin Stenbolê. Hat aşkerakirin ku ji van cenazeyên şandin Stenbolê yek jê ji qada TOKÎ'yê ku li taxa Nisêbînê ya şer lê hatiye kirine hatiye derxistin.
 
Piştî komkujiya li Nisêbînê ku hat kirin û li taxên hatin hilweşandin TOKÎ dest bi xebatên xwe kir li gel derketina cenazeyan a a di encama van xebatan de jî TOKÎ'yê xebatên xwe berdewam dike û ranawestîne. Cenazeyê kesekî ku jiyana xwe ji dest dabû û li kada TOKÎ'yê lê xebatê dike hatibû dîtin jî piştî demeke dirêj ku li morgê hat rawestandin bi heman awayî şandin Stenbolê. 
 
Piştî şerê ku li Nisêbînê Qewimî ji qada ku TOKÎ''yê lê dixebite du cenaze hatibûn derxisitn, cenazeyekî ku hat tespîtkirin ê Abdullah Ak e piştî testa DNA'yê bi rojan şandin Stenbolê.  Ji bo du cenazeyên ku li Stenbolê li goristana bêkesan hatin definkirin tenê malbatekê serlêdan kir.  
 
Hejmar her ku roj diçe zêde dibe!
 
Hejmara cenazeyên ku li Nisêbînê ji qada şer hatin derxisitn hejmara wan gîha 85'an û cenazeyên ku li goristanên bêkesan hatin definkirin jî hejmara wan derketiye 50 kesî.
 
Herwiha li bejahiya Qosera Mêrdînê di encma bombebarana ku hatibû kirin de 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dan 4 kes ji wan li Mêrdînê li goristana bêkesan hatine definkirin.