Bi sedan jin li dijî pêşnûmeyê li ber meclisê kom bûn

  • 12:52 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - Hevdîtina li ser pêşnûme qanûna ku erka birîna mahrê wê bide miftiyan û li bendêbû vê hefteyê di Lijneya Giştî ya  Meclisê de bê nirxandin hat taloqkirin. Li dijî vê pêşnûme qanûnê jinên ku ji gelek bajaran hatin li Enqereyê li ber meclisê kom bûn wiha gotin "Taloqkirin nikare me rawestne. Ev qanûn wiha nayên derbarskirin û jin destûrê nadin."
 
'Pêşnûme Qanûna ku ji aliyê Qanûna Xizmetguzariya Nifusê ji bo di hin qanûnan de guhertinê bike ku erka birîna mahrê dide muftiyan jî di nav xwe de dihewîne', li gel îtîraza CHP û HDP'ê bi dengên ku ji aliyê parlamenterên AKP'ê ve hatin dayîn biryar hat girtin ku di 6 xalên heman qanûnê de guhertin bê kirin. Pêşnûme qanûna ku li bendê bû vê hefteyê di Lijneya Giştî ya Meclisê de  bê nirxandin  hat aşkerakirin ku nirxandina wê hatiye taloqkirin.  
 
Jinan astengkirina AKP'ê nas nekir
 
Lê hem rêxistinên jinan û hem jî parlamenterên jin ên partiyên muxalîf, derbarê nirxadnina ku hat taloqkirin de bi gûman in. Jinên ku bi bîr xistin berê jî AKP'ê qanûnên derbarê jin û zarokan de bişev nirxandine û di meclisê re derbas kirine bi bîr xisitn, diyar kirin ku ev taloqkriin jî dibe ku ji bo astengkirina jinên li ber meclisê kom bûne be.
 
Di vê çarçoveyê de jinên ku çalakiya xwe ya li ber meclisê taloq nekrin ji gelek bajaran hatin Enqereyê û li ber meclisê kom bûn. Jinên ku li ber meclisê kom bûn wiha bertekên xwe anîn ziman: "Îktîdara AKP'ê nikar jinan rawestîne. Em vê pênûme qanûna ku erka birîna mahrê dide muftiyan qebûl nakin. Ev qanûnên bi vî awayî nikarin bên derbarskirin û wiha naçe serî."