Komîsyona OHAL’ê: Nûriye gelek kîlo wenda kiriye
- 09:38 12 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Parlamentera CHP’ê Şenal Sarihan çû koxuşa mahkuman a nexweşxanê ya Nûriye Gulmen birinê û diyar kir ku Nûriye ronahiya rojê nabîne û gelek kîlo daye, di bin tecrîda giran deye. Şenalê bang ki rku divê komîsyona OHAL’ê demidlest rewşê lêkolîn bike û wiha got: “Daxwaza wan ya esas eve ku karê wan bê radestkirin. Divê ev demildest pêk bê.”
Greva birçîbûnê ya akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku bi KHK’ê ji peywira wan hatin girtin, ket roja 218’an. Bi zorê ji Nexweşxaneya Kampusê ya girtîgeha Sîncanê girtibû û di 26’ê Îlonê de biribûn serwîsa beşa lezgîn a Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê. Nûriye vê carê di 9’ê Cotmehê de birin koxuşa mahkuman a Nexweşxaneya Numûneyê.
Parêzer Atul Kaplan û parlamentera CHP’ê Şenal Sarihan çûn serdana Nuriyeyê û agahî dan.
Di bin tecrîdek giran de ye
Şenal Sarihanê diyar kir ku hişê Nûriyeyê li serê wê ye lê gelek kîlo daye û diyar kir ku Nûriyeyê xwestiye ku vegere girtîgehê û teqez refakat xwestiye. Şenalê wiha berdewam kir: “Niha di koxuşê de di bin tecrîdek giran de ye. Tu ronahiyê nabîne. Ez di navbera Nûriye û Semîh de cudabûnê nakim. Nûriye di alî hêz û beden de gelek cuda ye. Gelek kîlo daye.
Şenalê diyar kir ku divê komîsyona OHAL’ê demildest rewşa Nûriye û Semîh li ber çavan bigire û wan radestê peywira wan bikin.
Parêzera Nûriyeyê, Aytul Kaplanê jî got di serdana dawî de destur nehatiye dayin ku bikeve odeya Nuriyeyê û got di korîdorê de li ser kursiyê hevdîtin kirine û got niha Nûriye tenê di odeyê de tê girtin.
Aytulê destnîşan kir ku Nûriye ronahiyê nabîne û ji ber vê rewşê hêrsa wê gelek zêde ye û got Nuriye refakatê dixwaze lê Hekîm gotiye hewcedarî bi refakat tuneye.








