Jin: Bila AKP ji bo jinan qanûnan çêneke

  • 09:36 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
Bengîsu Komurcu
 
STENBOL- Pêşnûme Qanûna ku rayeya birîna mehrê dide miftiyan di Komîsyona Karê Hundir de hat qebûlkirin û niha tê payîn ku pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsê bê kirin.  Ji Komeleya Jinan a Pêşdeçû, parêzer Yelda Koçakê  got: “Hemû qanûnên AKP’ê li dij jinê ne. Bila AKP ji bo jinan qanûnan dernexe, ya herî bi xêr ev e.”
 
Pêşnûme Qanûna ku rayeya birîna mehrê dide miftiyan di Komîsyona Karê Hundir de hat qebûlkirin û niha tê payîn ku pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsê bê kirin. Li dijî vê pêşnûmeyê bertekên jinan jî zêde dibin.
 
Endama Komeleya Jinan a Pêşdeçû (ÎKD) parêzer Yelda Koçakê diyar kir ku ev pêşnûme li dij laîkbûnê ye û di heman demê de dijiminê jin û zarokane. Yeldayê wiha berdewam kir: “Ev qanûn li dijî jiyana civakî, hiqûqiye. Yên dibêjin bila jin din serdestiya mêr de bin, rayeyê dide Diyanetê. Divê jin li dijî vê sekna xwe nîşan bidin.
 
‘Qanûn pir bi xetere’
 
Yeldayê daxuyakirin ku bi lez derbaskirina qanûnê ew matmayî nehiştine û ev tişt got: “AKP ji roja hatiye heta niha zemîna van qanûnan amade dike. Ev qanûna dane pêş me gelek bi xetere. Rayeyê didin kesên ji îstîsmarê berpirs.”
 
Endama Mala Gel Ayşegul Başarê jî bertek nîşanê qanûnê da û got divê demildest şûnde bê kişandin û got: “Ev qanûn mudaxaleyî jiyana me dike. Em li dijî vê qanûnê ne.  Em çûn ber deriyê meclîsê û em daketin kolanan. Heta qanûn bê betalkirin em ê têbikoşin.”