Jinên TMMOB’ê: Gelê Sûrê li gel hemû zehmetiyan berxwe dide

  • 09:25 12 Cotmeh 2017
  • Rojane

Duygu Cînîvîz

 
AMED- Jinên heyeta TMMOB’ê ku li du taxên Sûrê hilweşîn şopandin gotin: “Dîrokek cuda ya Sûrê heye. Li wir li gel hemû zehmetiyan mirovên berxwe didin hene. Divê em piştevaniyê mezin bikin.”
 
Li navçeya Sûr a Amedê li taxê Alîpaşa û Lalebey hilweşîn didome. Hilweşîna ji 23’ê Gulanê heta niha berdewam dike, li gel hemû zextan berxwe didin.  Cîgira Sektera Giştî ya TMMOB’ê Gulsum Sonmez ku çû taxên Alîpaşa û Lalebey diyar kir ku dîroka Sûrê bandorek mezin li ser me hemûyan kiriye û got niha hemû kolan, jiyana kevneşopî û hewş li dijî hilweşînê berxwe didin.”
 
Ya tê kirin neheqî ye
 
Gulsumê diyar kir ku li cihên ku qada SÎT hatine îlankirin divê plana parastinê hebe û got divê avahiyên dîrokî li jiyana bajar bên qezenckirin. Gulsumê ev tişt vegot: “Dewletê li Sûrê bi bihayekî kêm xaniyên mirovan jê digire.  Malbatên xanî nadin jî bi zorê tên derxistin. Ji ber vê neheqiyek mezin tê jiyîn.”
 
‘Em nikarin vê zilmê erê bikin’
 
Gulsumê diyar kir ku Sûr di alî çandî û dîrokî de sembolek e û tunekirina mîrateya Sûrê wendahiyek mezin e. Gulsumê got: “Divê di qada neteweyî û navneteweyî de piştgirî ji bo Sûrê bê dayîn. Divê lêkolînên rêxistinên civakî dikin bi rayagiştî re parve bikin.”
 
Seroka Koma Xebata Jinan a TMMOB’ê Hande Gokarê jî  diyar kir ku ew yekem care hatiye Amedê û got wê yekem car aliyê êşê li vir hîs kiriye.
 
Hanzeyê diyar kir ku bi gelek welatiyan re hevdîtin kirine û wiha got: “Li gel hemû zextan welatî qadên jiyanê terk nakin.  Havînê- zivistanê bi zarokên xwe re berxwe didin. Li vir çandek heye.  Mirovan bi zorê ji cihê wan dikin. Li vê derê bi zorê dixwazin hinek tiştan bikin.”