'Qeyûm projeyên şaredariyên DBP'ê veguhert rantê'

  • 09:15 12 Cotmeh 2017
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku xebatên ku qeyûman kirine jiyanê, wan mexdûr dikin û tu fêde li wan nayê û wiha gotin: "Qeyûman dest danîn ser hemû projeyên DBP'ê û wekî ku wan pêk aniye nîşan didin. Projeyên ji bo fêdeya gel, veguhertin rantê."
 
Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên  Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin şûnde ji aliyê wezîrê karê hundir ve Qeymeqamê Etîmesgut ê Enqereyê Cumalî Atîlla hat tayînkirin.  Piştî qeyûm hatin tayînkirin bi KHK'yan  2 hezar û 22 xebatkar hatin îxrackirin.
 
Ayşe Yildizê bertek nîşanî qeyûm da û da zanîn ku bi rêya qeyûm hevşaredar hatine girtin û îradeya mîlyonan tune hesibandine û wiha got: "Desthilatdariya di her carê de hilbijartinan nîşan didin îradeya gel jî nas nakin. AKP bi gotinên xwe dikeve nakokiyan.  Qeyûm em mexdûr kirin.  Xebatên rê, kirine dema vekirina dibistanan. Em nikarin biçin dibistanê. Em biçin jî em dereng dimînin."
 
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku mafê hilbijartinê di vê demê de hatiye rawestandin û diyar kir ku kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin,  li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin. Ayşeyê wiha berdewam kir û got: "Em qeyûm naxwazin. Ez bawerim ew jî me naxwazin.  Qeyûm dest danî ser hemû projeyên şaredariyên DBP'ê. Ez ji Îzmîrê me. Ez sê sal berê li Amedê bi cih bûm. Ez Amediyan baş nas dikim.  Ez dikarim vê bêjim, gelê Amedê wê qeyûm tu car nas neke."
 
Jina bi navê Hatîce Başanê jî diyar kir ku ji roja qeyûm hatiye heta niha xebatên rê-asfaltê hatiye destpêkirin û hikûmet ji bo çavê gel tije bike xebatên rê çêdike û gel mexdûr dike. Her wiha trafîka Amedê felç bûye û pirsgirêkên mezin tên jiyîn.