Nisêbîn di bin ewrên axê de ne, tenduristiya gel di bin xetereyê de ye
- 09:11 12 Cotmeh 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê îradeya gel tune hat hesibandin û ji aliyê qeyûmê ku hat tayîn kirin ve xebatên rê yên tên meşandin ev salek e nehatiye qedandin. Ji ber xebatên rê ewrên axê çêbûn û gel nikare ji ber vê rewşê derkeve derve.
Piştî OHAL'ê bi derketandina KHK'yan îradeya gel tune hat hesibandin û qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin. Li navçeya Nisêbînê, sala borî di meha îlonê de qeymeqam Ergun Baysal wek qeyûm tayinî şaredariyê bû û di bin navê xebatên nûkirinê de rê sê caran çêkir û xera kir. Ji ber vê xebatê, her derê navçeyê bûye ewrên axê. Ji ber vê yekê tenduristiya gel jî di bin xetereyê de ye.
Mirov ji ber axê nikarin derbas bibin
Qeyûm Ergun Baysal ku bi gotinên 'Ji bo gel xizmeta bê sînor, rojê berê li paş ma' xebat da destpêkirin, bi îhaleyên pêşkêşî mutahîtan kiriye, gelê Nisêbînê bêzar kir. Ji ber xebatên rê yên sê car in tên çêkirin û xerakirin, cih nemaye mirov gavê biavêjin. Rêya sûkê jî ji ber xerabûnê kes nikare tê de bimeşe, wesayît nikare tê de biçe.
'Em nikarin bêhna xwe bistînin'
Gelê Nisêbînê destnîşan kir ku ji xerakirina rê wêdetir tu xizmet nedîtine û gotin gel û esnaf tên mexdûrkirin. Welatiyekî wiha got: "Ev salek e heman tiştî dubare dikin. Yekane tiştê ku kirine rê ne. Lê rêyek jî sê caran çêkirin. Pere û baca mirovan pêşkêşî mutahîtan dikin. Rêyên tên çêkirin jî nîvco dimînin. Ji ber vê yekê jî ji nû de çêdikin. Li Nisêbînê niha yek rêyek saxlem nemaye. Herî zêde ajokar bi bertek in. Ji ber axê em nikarin derkevin derve. Bi taybet ji bo zarokên derdikevin kolanê gelek bi xeter in."
'Armanc ev e ku şaredariyê deyndar derxin'
Xebatkarên şaredariyê yên berê jî diyar kirin ku boriyên niha yên ji bo rêyan hatine bikaranîn ji yên berê mezintir in û ji ber vê yekê rê xera dibin û got: "Boriyên 200'î bi cih dikin. Lê ev borî ne li gorî vir in. Ji xwe pereyan didin mutahîtan. Dizanin wê şaredarî ji nû ve bikeve destê DBP'ê. Ji ber vê yekê diwazin şaredariyan têxin bin deynan."
Ji ber tozê tenduristiya gel jî di bin xeteriyê de ye. Ji ber axê nexweşiyên wekî tengbûna bêhnê û bi zarokan re emel dest pê kir.








