Mala Jinê pirsigirêkên jinan çareser dike
- 09:09 12 Cotmeh 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Mala Jinê xebatên xwe yên sala 2017'an nirxandin û hat diyarkirin ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de mala Jinê bû bersiva hemû pirsgirêkên ku jin di civakê de bi wan re rûbirû tên."
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hemû neteweyên li Sûriyeyê bi berxwedan û têkoşîna xwe jiyaneke azad û demokratîk afrandin. Di çarçoveya van hemû xebatan de ji bo çareserkirina tundiya li ser jinê li bajarê Til Temir di sala 2012'an de Mala Jinê hat vekirin û hin qanûnên li dijî zilma li ser jinê hatin derxistin. Li vê mala ku hatiye vekirin ji hemû nteweyê li Sûriyeyê pirsgirêkên jinan tên çareserkirin. Rêvebera Mala JinêŞemsa Remedan derbarê xebatên Mala Jinê de agahî dan.
Rêvebera Mala Jin Şemsa Remedan a derbarê Xebata Mala jinê de û dozên ku ji aliyê vê malê ve hatine çareserkirin de agahî dan diyar kir ku rol û rista Mala Jinê di bersivdayîna van pirsgirêkan de renegê aşîtî û edaletê ye û ev tişt got "Herî zêde dozên ku tên ber destên me derbarê zewaca di temenê zaroktî de û zewaca mêran ya bi çend jinan re ye (pirjinî).
Şemsa wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku zewicandina di temenê biçûk de û ya bi gelek jinan re bê rawestandin divê ku jinên ereb ên li gundan bên perwerdekirin. Ji ber ku civaka ereb bêhtir paşve maye."
'Mala Jinê cihê çareseriyê ye'
Şemsa, Mala Jinê weke cihê çareserî û baweriyê pênase kir û ev tişt got: "Edî hemû jin dizanin ku tenê dikarin pirsirêkên xwe li vê malê çareser bikin. Xebatên Mala Jinê xebatên bi nirx in û divê ku bi hêsanî lê neyê mêzekirin. Ji ber ku ev mal deriyê çareseriya pirsgirêkên civakî ye."
Şemsayê di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku ew ê bi armanca pêşxistina jinan di demên bê de li gundên eraban civînan li dar bixin û di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Ji bo ku em derbarê qanûnên jinan de jinan hişyar bikin em ê di demên pêş de li gundên ereban bi jinên ereb re civînan li dar bixin."
Şemsayê di dawiya axafitna xwe de got ku armanca wan ji van xebatn ew e ku mafên jinan biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Bi qanûnên ku em derdixin em ê mafên hemû jinan biparêzin."








