ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 12 Cotmeh 2017
- Rojev
*Gundê Jinwar ê girêdayî Bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê ji ber ku bi keda jinê hatiye avakirin nav û dengê wî li cîhanê belav bûye û her kes dixwaze ku bê gund bibîne. BI DÎMEN
*Mala Jinê xebatên xwe yên sala 2017'an nirxandin û hat diyarkirin ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de mala Jinê bû bersiva hemû pirsgirêkên ku jin di civakê de bi wan re rûbirû tên."
*Li Nisêbînê îradeya gel tune hat hesibandin û ji aliyê qeyûmê ku hat tayîn kirin ve xebatên rê yên tên meşandin ev salek e nehatiye qedandin. Ji ber xebatên rê ewrên axê çêbûn û gel nikare ji ber vê rewşê derkeve derve.
*Jinên Amedê diyar kirin ku xebatên ku qeyûman kirine jiyanê, wan mexdûr dikin û tu fêde li wan nayê û wiha gotin: "Qeyûman dest danîn ser hemû projeyên DBP'ê û wekî ku wan pêk aniye nîşan didin. Projeyên ji bo fêdeya gel, veguhertin rantê."
*Çanda cirn a ekolojîk ku bi hezar salan hîna zindîbûna xwe diparêze bi keda jinê heta roja îro hatiye. Li gundê Pîrsolan jin ji bo rojên taybet cirn derdixînin û xwarinên cûrbicûr û yên herî bi tam bi alîkariya cirn çêdikin. BI DÎMEN
*Halîde Yurdakul ya 33 salî ye û kedkara malê ye, diyar dike ku di 33 salan de tenê du salan sîgorteya wê hatiye razandin. Halîdeyê diyar kir ku divê ewlehiya civakî hebe û ev ji bo kedkarên malê gelek girîng e.
*Jinên heyeta TMMOB’ê ku li du taxên Sûrê hilweşîn şopandin gotin: “Dîrokek cuda ya Sûrê heye. Li wir tevlî hemû zehmetiyan mirovên berxwe didin hene. Divê em piştevaniyê mezin bikin.”
*Şehrîban Dînç a doza berdanê vekir, roja tedbîra parastina wê qediya, ji aliyê Esat Dînç ve hat qetilkirin. Der barê Esat de 7 meh şûnde ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de dozger diyar kir ku ew bi îfadeyên Esat bawer nakin û got bi plan kuştin pêk aniye.Şehrîbana ku rastî tehdîda Esat dihat daxwaza parastinê kiribû û polîsan gotibû ‘em nikarin serê jinekê polîsekî bidin, biçe mala xwe.’
*Pêşnûmeya Qanûna ku rayeya birîna mehrê dide miftiyan di Komîsyona Karê Hundir de hat qebûlkirin û niha tê payîn ku pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsê bê kirin. Ji Komeleya Jinan a Pêşdeçû, parêzer Yelda Koçakê got: “Hemû qanûnên AKP’ê li dij jinê ne. Bila AKP ji bo jinan qanûnan dernexe, ya herî bi xêr ev e.”
*Jina bi navê Pakîze Hazar ku wesayîta zirxî ya Fermandariya Cendermeyan a Licê lê ket û qetil kir, rapora der barê bûyerê de hatibû amadekirin şandin dosya lêpirsînê. Di raporê de li şûna balê bikişînin ku Pisporê Çawîş Sercan Kara di qada li trafîkê girtî wesayîta zirxî bikartîne, cih da îfadeyên ‘Pakîze Hazar nebaldar û bê tedbîr tevgeriyaye’. Rapora ATK’ê jî diyar dike ku Sercan Kara ji sedî 100 bi qusûr e.
*Parlamentera CHP’ê Şenal Sarihan çû koxuşa mahkuman a nexweşxanê ya Nuriye Gulmen birinê û diyar kir ku Nuriye ronahiya rojê nabîne û gelek kîlo daye, di bin tecrîda giran deye. Şenalê bang ki ku divê komîsyona OHAL’ê demildest rewşê lêkolîn bike û wiha got: “Daxwaza wan ya esas ev e ku karê wan bê radestkirin. Divê ev demildest pêk bê.”








