Malbata Turkan Yuksel ji bo cenazeyê wê bigirin serî li dozgeriyê da
- 16:12 11 Cotmeh 2017
- Rojane
ŞIRNEX - Turkanê di pevçûneke ku li Şirnexê pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê ji bo ku cenaze bigirin serî li dozgeriya Şirnexê dan. Hat eşkere kirin ku cenazeyê Turkanê dema bê girtin dê li Elbîstanê bê definkirin.
Endama YJA-Starê Turkan Yuksel (Nûdem Nûrhak) li Şirnexê di navera 22-28’ê Nîsana borî de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wê ji bo cenaze bigire serî li dozgeriya Şirnexê dan. Malbat li bendeye ku cenaze bigirin.








