Kongreya Star bi hevserokên komînan ên xweser re civîn li dar xist
- 15:39 11 Cotmeh 2017
- Rojane
TIL TEMIR - Rêvebera Kongreya Star a Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê Çinar Salih bi hevserokên komînan ên xweser re civîn li dar xist û wiha got: "Komîn bingeha avakirina civakeke azad e."
Îro Rêveberiya Kongra Star a Kantona Hesekê Çinar Salih û Rêveberiya Kongra Star a bajarê Til Temir Gulîxan Tahir û Emgîhan Cûdî civînek derbarê girîngiya komînan û pêşketina xebatê wê li dar xistin. Civîn li saziya malbatên şehîdan a Bajarê Tiltemirê hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin hat despêkirin.
Rêveberiya Kongra Star Çinar Salih diyar kir ku erkê komînan ew e ku civakeke bi exlaq û saxlem ava bikin û û wiha got: "Komîn sîstema herî demokratîk e. Her wiha avakirina hevjiyana azad e. Ji bo avakirina civakeke saxlem divê ku em weke jinan xwedî li komînên xwe derkevin. Bi rêxistinkirina jinê em ê karibin mafê xwe biparêzin."
Çinar, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jin pêşenga avakirina jiyana azad e û wiha got: "Dibe ku em weke jin bizanibin ku roleke me ya pir girîng di civakê de heye. Ji ber ku bingeha civakê jin e. Di hilbijartinên komînan de, ger ku jin cihê xwe di meclîs û sîstema federal de negire, ew xebat bi serkeftî nameşe."
Çinar wiha got: "Sîstema Hevserokên Komînan ji bingeha civaka xwezayî ye ku di dîrokê de jiyaneke azad û wekhev dihat meşandin. Hebûn û pêşengtiya jinê di jiyanê de pir girîng e."
Civîn bi niqaşên li ser girîngiya komînan, pêşketina wê û erkê hevserokên komînên jin bi dawî bû.








