Xebatkara Azadiya Welat Şirîn Çoban sibê derdikeve pêşberî dadger
- 15:02 11 Cotmeh 2017
- Rojane
EDENE – Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Şirîn Çoban û Îlker Îlkan dê piştî 13 mehan derkevin pêşberî dadger.
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Şirîn Çoban û Îlker Îlkan di Îlona 2016'an de li Mêrsînê hatibûn girtin. Rojnamegerên bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin, dê rûniştina doza derbarê wan de ya yekemîn sibê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bê dîtin.
Di îdianameya de cih nedan nexweşiya Şîrîn Çoban
Îdianameya ku ji 11 rûpelî pêk tê ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê Mehmet Hîkmet Acar ve hatiye amadekirin, di 7 rûpelên destpêkê yên îdianameyê de tenê ji avabûna PKK'ê û xebatên wê re cih hatiye dayîn. Di îdianameyê de der barê tenduristiya Şîrîn Çoban a di girtîgehê de tu tişt nehatiye gotin. Di îdanameyê de derbarê Şîrîn Çoban de tê îdiakirin ku dema di bin çavan de bûye di poşetê li gel wê de 3 Kovarên Ozgur Halkê hebûne û ev kovar wekî "propagandaya rêxistinê" hatiye kirin di îdanameyê de cih digirin. Herwiha parvekirinên Şîrîn ên li ser medyaya civakî jî di îdanameyê de wekî delîlên suc hatine nîşandan.








