HRW’yê dê beşdarî doza parlamenterên HDP’ê yên girtî bibe
- 12:33 11 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE – Komîserê Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê Nils Muiznieks û HRW dê beşdarî doza parlamenterên HDP’ê ya AÎHM’yê bibin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Hevserokên xwe yên Giştî Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag nêzî salekê ye ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan (AÎHM) dabûn. Piştî serlêdanê, daxwaza beşdarbûna Komîserê Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Nils Muiznieks, Saziya Civaka Sîvîl (ARTICLE 19) û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hat pejirandin.
Daxwaza mudaxîlbûnê ya Yekîtiya Navparlementoyî ya ku ji parlementerên welatên endamên Neteweyî Yekbûyî pêk tên jî, gihiştiye dadgehê.








