'Heta ku Rêber Apo azad bibe dê têkoşîn bidome'

  • 11:22 11 Cotmeh 2017
  • Rojane
TIL TEMIR -  Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li Bajarê Tiltemirê meşeke bi girseyî hat lidarxistin.
 
Meşa girseyî bi beşdarbûna gelê kurd,ereb, aşûrî, hêzên asayîş û yekîneyên parastina gel YPG'ê û zarokên 7'salî heta pîrên 70'salî  pêk hat. Jinên ku tevî meşê bûn gotin: "Heta Rêber Apo azad bibe em ê bê navber çalakiyên xwe bidomînin."
 
Jinên ku tevî meşê bûn azadiya Rêberê PKK'ê xwestin û komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin. Jinên ku tevî meşê bûn nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Dewletên dijmin di riya komployê  de xwestin ku Apogeriyê tune bikin. Îro bi hezaran Ocalan derketine qadan û azadiya rêberê xwe dixwazin." 
 
Wefayê ku jineke ereb e û ji Çiyayê Kizwana tevî meşê bûbû wiha got: "Îro em hemû felsefeya rêber Apo dişopînin. Rêber Apo û birdoziya jina ye."
 
Gulîxanê jî wiha hestên xwe anî ziman: "Îro bi hezaran gelê kurd,ereb û aşûrî ji bo şermezarkirina 9'ê Cotmehê derketine qadan. Îro azadiya Rêber Apo bûye hêviya hemû gelan, plana ku li ser Rêber Apo hat meşandin heya roja îro jî dewam dike. Em ê jî wekî gelê kurd û cîhanê têkoşîna xwe bilind bikin û li berxwe bidin heya ku Rêber Apo azad bibe." 
 
Cemîlayê ku ji gelê Aşûrî ye diyar kir ku: "Ew wekî gelê Aşûrî azadiya Rêber Abdulah Ocalan dixwazin."