Çalakiya 'Em dixwazin bijîn' a SKM'ê vê mehê li Bakirkoyê ye
- 11:10 11 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Endamên Meclisa Jinan a Sosyalîstan her meh çalakiya 'Em dixwazin bijîn' li dar dixe. Çalakiya 'Em dixwazin bijîn' a vê mehê jî wê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxistin.
SKM ya ku li dijî kuştina jinan, erîşa zayendî û tacîzê her meh di roja 11'ê mehê de bi dirûşma 'Em dixwazin bijîn' çalakiyê li dar dixe, wê îro jî çalakiya xwe li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê li dar bixe. Endamên SKM'ê beriya çalakiyê seat di 19.00'an de li navçeya Bagcilar û Avcilarê afîşên li ser wan "Em dixwazin bijîn" nivîsandî daliqandin û hemû jin vexwendin çalakiya li Qada Azadiyê ku wê îro bê lidarxistin.








