‘'Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn'

  • 11:02 11 Cotmeh 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Rêvebera Kongra Star Emgîhan Cûdî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.
 
Ev nêzî 19 sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye. Ev sê sal heye ku tu agahî ji Ocelan nayê girtin û Hikûmeta AKP'ê nahêle ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Derbarê komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de Rêvebera Kongra Star Emgîhan Cûdî wiha got:"Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn."
 
Ev komplo ya li ser Rojhilata Navîn e!
 
Emgîhan wiha berdewam kir: "Komploya li dijî Rêber Apo komployeke cîhanî ye. Ev komplo dûrî mirovahî, çand û exlaq e. Rêber Apo ne tenê ji bo xwe, ji bo Rojhilata Navîn jî bi giştî di nava têkoşîn û berxwedaneke bê hempa de ye.  Dewleta Tirk xwest bi girtina Rêber Apo, gelê kurd di Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de tûne bike, lê ev xewna wan pêk nehat. Di hundirê zindana Îmraliyê de Rêberê PKK'ê hebûna gelê kurd bi cîhanê da pejirandin." 
 
 Komplo dijqanûnî ye
 
Emgîhan, berdewam kir û wiha got: "Ev komploya ku li ser rêberê me tê meşandin, derveyî qanûnên cîhanê ye. Ev 19 sal in ku rêberê me di zindanê de ye û nêzî 3 salan e ku tu agahî jê nayê girtin. Em daxwaza hevdîtinê bi Rêbertî re dikin. Lê em ji vê yekê bi guman in."
 
'Hedefa me azadiya rêber Apo ye'
 
Emgîhan diyar kir ku 40 milyon mirov  îro azadiya Rêberê xwe dixwazin û wiha got: "Sonda me jî ew e ku sîstema Îmraliyê bê hilweşandin û bi Rêber Apo re azad bibe. Hedef û armanca me ya yekemîn azadkirina Rêber Apo ye. Bila her kes bizanibe ku kî dibe bila bibe û kîjan dewleta desthilatdar dibe,bila be em ê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin heta ku em Rêberê xwe azad bikin."
 
Emgîhan di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê cur be cur çalakiyên xwe bimeşînin û heta ku Rêber Apo azad bibe. Bangewaziya me ji bo Rojhilata Navîn bi giştî heye, divê hemû jin û ciwan li ser piya bin û li Rêberê xwe xwedî derkevin."