Şervanên azadiyê zarok û jinên êzidî ji destê DAÎŞ'ê rizgar dikin

  • 09:15 11 Cotmeh 2017
  • Rojane
Ehlam Hecî-Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Bi têkoşîn û berxwedana şervanên azadiyê, jin û zarokên êzidî ji deste çeteyên DAÎŞ'ê tên rizgarkirin. Bi vê berxwedanê  2 jinên din û zarokek li bajarê Dêrazorê ji destê DAÎŞ'ê rizgar bûn. Jin û zarokên ku hatin rizgarkirin li Şengalê ew û malbatên xwe bi kêfxweşî û bi coşeke mezin gihaştin hev.
 
Bi berxwedan û lehengiya şervanên azadiyê her roj jin û zarokên êzidî ji destê ceteyên DAÎŞ'ê tên rizgarkirin. Beriya çend rojan du jin û zarokak ji bajarê Dêrazorê ji destê catayên DAÎŞ ê hatin rizgarkirin. Jin û zarokên ku hatîn rizgarkirin li ser axa bav û kalan li Şengalê gihîştin malbatên xwe. Piştî ku ew û malbatên xwe gihiştin hev li navenda meclîsa bajarokê Xanasorê yê girêdayî Şengalê şêranî li hev balav kirin û axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zahra Silêman axivî û diyar kir ku ew di serî de wek jinake êzidî  bixêrhatinê li kesên ku ji destên çeteyên hov hatine rizgarkirin dike. 
 
Dijmin bi ser neket
 
Zehrayê di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku dijmin dixwest tiştên wan ên pîroz desteser bêke lê bi ser neket û wiha berdewam kir: "Îro rojake dîrokî ya ku jinên êzidî bi berxwedana xwe jin û zarokên xwe rizgar dikin. Em sipasiya şervanên YPJ, YPG û QSD'ê dikin ku ev jin û zarokên me ji destê DAÎŞ'a hov rizgar kirin. Dijmin dixwest tiştên me yên herî pîroz binpê bike û tune bike. Ji ber wê jî dest avêtin axa me lê bi ser neketin. Ji ber ku me wekî jinên êzidî xwe bi fikir û felsafeya Rêber Apo perwerde kiriye û xwe bi rêxistin kiriye."
 
'Ez bi dîtina keça xwe gelek kêfxweş im'
 
Dayika bi navê Xezal Elî, ku dayika yek ji van jinên ku hatine rizgarkirin e  nêrîn û hestên xwe  wiha anîn ziman " Ez îro gelakî kêfxweş im ku keca min ji destê DAÎŞ ê rizgar buye û dîsa gihîştiye min. Lê li aliyekî jî ez xemgîn im ji ber ku ji malaba min hîna gelek kes di destên van çeteyên hov de ne. Em sipasiya hemû kesên ku ji bo me di berxwedanê de ne dikin." 
 
Jina ku ji destê DAÎŞ'ê hatiye rigarkirin Bêrîvan Xanim jî axivî û wiha got " Ez gelakî kêfxweş im ji ber ku  îro ez dîsa li axa xwe û malbata xwe vegeriyam e. Min bawar nedikir ku ez rojkê ji destê DAÎŞ'ê rizgar bibim. Ez gelak sipasiya hevalan dikim ku ji ber ez ji destê DAÎŞ'a hov rizgar kirim."
 
Piştî axvtinan jin û zarokên ku rizgar bun radestî malbatên wan hatin kirin.