Afirîneriya jinan a zivistanê 'Tepik'

  • 09:11 11 Cotmeh 2017
  • Rojane

WAN - Li Wanê gundiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Bi hatina sarmayê gelê  gund mîna her sal îsal jî  tepik amade kirin û gundî di demsala zivistanê de herî zêde ji bo ku xwe germ bikin tepikan bikar tînin. Li gundan  zivistan û sarmaya Serhedê bi germahiya tepikan derbas dibe. 

 
Demsala zivistanê herî zehmet li herêma Serhedê derbas dibe. Her sal Serhedî  bi tepikan(tezek) zivistana xwe derbas dikin. Tepik di demsala biharê de tên hişk kirin û di demsala zivistanê de di sobeyan de tê bikaranîn.Tê gotin ku germahiya tepikan heya demeke dirêj dimîne, ji ber wê jî malbat herî zêde wê hildibijêrin. Gundê Kergezê yê ku girêdayî Navçeya Qelqeliyê  Dayika bi navê Felek Tûrkoglu diyar kir ku agirê ji tepikan mirov hem zû germ dike hem jî germahiya wê zêde ye û wiha berdewam kir:"Germahiya tepikan bi seatan didome û got ku li hemberî sermaya Serhedê bêguman divê tepik bên bikaranîn. Em her sal di demsala biharê de dest bi tepikan dikin. Zêdetir jî jin çêdikin. Tepik ji axuran tê girtin û dawiyê tê hişk kirin. Zivistana Wanê pir zehmet derbas dibe. Pêwîst e ku em ji berê de amadekariyên xwe bikin. Em di destpêkê de tepik dikian nav avê piştî seatêkê şûnde em li ber tava herî dijwar hişk dikin. Em zivistana xwe bi tepikan didomînîn.Zivistana li vir pir dijwar derbas dibe ji ber vê yekê jî em vê derfetê bi kar tînin. Di salên berê de jî dayik û dapîrên me her tim zivistana xwe bi tepikan derbas kirine. Di demsala zivistanê de li Wanê pir berf û baran dibare. Rêyên me tên girtin. Agirê ji tepikan mirov hem zû germ dike, hem jî germahiya wê zêde ye. Ev jî afirîneriya dayikên me ye."
 
'Tepik hem  ji êzîngan hem jî ji komûrê baştir e'
 
Dayika Felek anî ziman ku bajar di bin dumana komûrê de wenda dibe û got ku komur jehrê belavî bajêr dike û wiha pê de çû;"Li bajaran hikûmet ji gel re komûrê belav dike. Agirê komurê mirovî pir zêde gerim nake. Her wiha komur maddeyeke kîmyasal e. Di demsala zivistanê de mirov ji ber komurê nikare biçe bajêr. Dûmana komûrê jî jehr e. Ji bo tendûristiya mirov ne baş e. Amadekirina tepikan zehmet e lê ji komurê sed caran paqijtir e. Tepik zêdetir li gundan tê bikaranîn. Tepik hem  ji êzîngan hem jî ji komûrê baştir e. Malbat û cîran bi hev re amade dikin. Lewra jiyana gundan xwezayî ye û ji bo tendûristiya mirovan baş e. Di demsala payizê de jî em tepikan kom dikin û zivistana me hemû bi wan ve derbas dibe