'Piştî rewşa awarte zor û zext zêde bûn'
- 09:07 11 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê de zor û zext li ser girtiyan berdewam dikin. Şehrîban Uyanik a ku birayê wê di girtîgehê de ye diyar kir ku ew bi sîstemê re rû bi rû mane û got ku mirov nikare bibêje ku di girtîgehan de başbûn heye. Ji rewşa awarte vir de rewş li girtîgehan gelek xirab bûye.
Zext û zordariyên li ser girtiyên siyasî her ku diçe zêde dibin. Li ser girtiyên siyasî îşkence tê kirin û mafên wan ji destên wan tên girtin. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'ya Boluyê zor û zextên ku li ser girtiyan tê kirin berdewam dikin. Her wiha li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'ya Boluyê mafê rojname, pirtûk û telefonê jî li girtiyan hatiye qedexekirin. Birayê Şehrîban Uyanik ê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'ya Boluyê de ye û 5 caran cezayê muebetê lê hatiye birîn diyar kir ku rêvebiriya girtîgehê nahêle ku ew bi malbata xwe re biaxive.
'Muameleya kêyfî bi wan dikin'
Şehrîban di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Ji ber ku mafê me yê telefonê ji me hat girtin bavê min digirî û diqehire. Piştre me telefonî girtîgeha Boluyê kir û wan ji me re gotin ku girtî bi xwe naxwazin bi me re bipeyivin. Dawiyê me têlefonî Rêveberiya Boluyê kir û em hîn bûn ku ev yek ne rast e. Bi rastî jî em ji vê rewşê gelek aciz bûn. Çima nahêlin ku em bi girtiyên xwe re biaxivin? Muameleya kêyfî bi wan dikin. Rêvebiriya wir jî dixwaze malbata pê bêêşîne û ji bo girtiyên siyasî gotina wan bikin ev zor û zextan li ser me û wan dikin. Pirsgirêkên zarokên me û birayên me bi wan re tuneye. Sedema ku nahêlin biaxivin çi ye?"
'Di her girtîgehekê de zarokên me hene'
Şehrîbanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku derfetên wan ên ku her tim biçin girtiyan bibînin an jî parêzaran bişînin tuneye û wiha got:" Berê jî rewş ne baş bû lê piştî rewşa awarte zor û zextên li ser girtiyan hîn zêde bû. Keça min li Girtîgeha Sîncanê, Kurê min li Girtîgeha Dîlokê, birayê min jî li Girtîgeha Boluyê tê girtin. Tu sûcên wan tuneye, tenê ji ber ku Kurd in rastî zext û zordariya tên."
'Divê em rabin ser piyan'
Şehrîbanê anî ziman ku rewşa girtîgehan û girtiyan weke ya sala 93'yan e û wiha berdewam kir:"Cihekî ku mirov bibêje ronahî û mirovahî heye, tuneye. Gardiyan xwarina wan nadin wan û nameyên wan naşînin. Di girtîgehê de hemû mafên wan ji destê wan hatiye girtin. Em bi zext û zordariyên sîstemê re rû bi rû mane. Mirov nikare bibêje ku di girtîgehan de başî heye. Ji rewşa awarte vir de rewş gelek xirab bûye. Ên ku dibêjin em xwedî wîcdan in îro dora wan û dora me ye, divê em rabin ser piyan. Ger ku li cihekî nebaşî û zalimî hebe wê piştre li her derê belav bibe."
'Demeke nêz de gelê kurd qezenc bike'
Şehrîbanê dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kincên yekreng ku tê xwestin ku li ser girtiyan bê ferzkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keça min Leyla di Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê de ye. Li wir jî zor û zext li ser wan heye. Keça min ji min re ev tişt got 'rêvebiriya vir dixwaze kincên yek reng li me bikin. Lê em tu carî wan kincan qebûl nakin. Her wiha gardiyanan hemû kincên me kom kirin û birin, bi tenê kincên li ser me mane.' "








