ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 11 Cotmeh 2017
  • Rojev

*Hevşaredara DBP’ê ya Amedê Gultan Kişanakê ji girtîgehê nameyek şand û got ji bo 92 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin, hevşardar hatine girtin û encamên meclîsê ji dewrê derxistine. Gultanê muxalefet û bi taybet jî CHP rexne kir û wiha got: “Partiyeke ku heta îro ev mijar carekê nekiriye mijara xwe, gotinek negotiye, komîsyonek ava nekir û lêkolîn nemeşand wê çawa ji kurdan dengan bixwaze?

 
*Di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê de zor û zext li ser girtiyan berdewam dikin. Şehrîban Uyanik a ku birayê wê di girtîgehê de ye diyar kir ku ew  bi sîstemê re rû bi rû mane û got ku mirov nikare bibêje ku di girtîgehan de başbûn heye. Ji rewşa awarte vir de rewş li girtîgehan gelek xirab bûye. BI DÎMEN
 
*Li Wanê gundiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Bi hatina sarmayê gelê  gund mîna her sal îsal jî  tepik amade kirin û gundî di demsala zivistanê de herî zêde ji bo ku xwe germ bikin tepikan bikar tînin. Li gundan  zivistan û sarmaya Serhedê bi germahiya tepikan derbas dibe. BI DÎMEN
 
*Bi têkoşîn û berxwedana şervanên azadiyê, jin û zarokên êzidî ji deste çeteyên DAÎŞ'ê tên rizgarkirin. Bi vê berxwedanê  2 jinên din û zarokek li bajarê Dêrazorê ji destê DAÎŞ'ê rizgar bûn. Jin û zarokên ku hatin rizgarkirin li Şengalê ew û malbatên xwe bi kêfxweşî û bi coşeke mezin gihaştin hev. BI DÎMEN
 
*Li navçeya Basa a Şirnexê, Nefîse Bagdan ya 65 salî  ji zarokatiya xwe de çanda dengbêjiyê ya ji dayika xwe hîn bûye, didomîne.  22 klamên aydê Nefîseyê hene. BI DÎMEN
 
*Li Rojhilatê Behrareş ku hejmara kesên bi nexweşiya pençeşêrê zêde ye, nexweşxane û doktorên ku pirsgirêkên nexweşan çareser bikin jî tine ne. Aysun Paksoy ya li dijî penceşêrê têdikoşe wiha got: “Pêvajoyek dirêj  û zehmet e. Divê doktorek binêre lê her tim diguhere. Dibêjin dermankirina penceşêrê belaş e. Lê derew e. Pêvajoyeke ku sebrê dixwaze ye.” BI DÎMEN
 
*Li Kurdistanê piştî qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin, li hevşaredaran bi îdiaya ‘xerakirina yekitiya dewletê’, ‘endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê’ doz tên vekirin û gelek hevşaredarên jin jî hatin girtin. Tevî hemû êrîşan  desthilatdariyê li tu şaredariyê bê rêtî nedît û niha jî faliyetên çand û civakî yên şardariyê xistin dewrê wek sûc dibînin.