Polîsan êrîşî koma xwest bîrdariyê sererast bike kir
- 16:10 10 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Komeke ku xwest bîrdariya 10'ê Cotmehê ya li kuçeya Komirê ye sererast bikin. Lê polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşî vê komê kir.
Berî bi demekê Birdariya 10'ê Cotmehê ya li ku Konurê ya Enqereyê hatibû texrîbkirin. Komekê jî xwest ku di salvegera komujiyê de birdariyê sererast bike. Koma ku li kuçeya Komirê civîya û qurnefîl danîn ber bîrdariyê. Polîsên li der û dorê kom bûbûn êrîşî girseyê kirin û bi guleyên plastîk û gaza îsotê kom ji kuçeyê hat derxistin.








