Li Yukselê rojnameger hatin astengkirin, 3 kes jî hatin binçavkirin
- 15:18 10 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya kolana Yukselê di roja 335'an de berdewam kir. Polîsan di çalakiyê de 3 çalakger binçav kirin. Rojnamegerên xwestin çalakiyê bişopînin jî rastî astengiyên polîsan hatin.
Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 335’an de berdewam kir. Çalakgerên bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" daketin kolanê û xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîşî çalakgeran kir û 3 kes binçav kirin. Polîsan dema mudaxale kir û 3 kes binçav kirin destûr nedan ku nûçegîhanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) dîmen û wêneyan bikişînin. Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamegeran xwar.








