Nazliya ku rastî tundiya mêr dihat ji aliyê zarokên xwe ve hat qetilkirin!
- 15:14 10 Cotmeh 2017
- Rojane
ZONGÛLDAK – Nazli Ûyanik ji aliyê hevserê xwe ve rastî tundiyê dihat. Loma Nazliyê berê di stargeha jinan de bi cih bû dawiyê jî xwest ku şopa xwe bide windakirin. Ji ber vê yeke Nazliyê ji aliyê zarokên xwe yên kur ve hat qetilkirin.
Nazli Ûyanik (44) ji ber tundiya hevserê xwe di stargeha jinan de bi cih bû. Dawiyê ferq kir ku malbata wê lê digere, loma li Stenbolê bi cih bû. Nazliyê do li Navçeya Devrekê ya Zongûldakê ji aliyê du kesan ve bi awayekî giran hat birîndarkirin.
Cîranên Nazliyê agahî dan ekîbên tenduristiyê li ser vê yekê Nazliyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Devrekê, lê nehat xelaskirin.
Çarçoveya lepirsîna hat vekirin de diyar bû ku Nazliyê ji aliyê herdu kurên xwe Sertan Û. û O.Û. ve hatiye qetilkirin.








