Meclis li Canan Gul qedexe kirin

  • 15:13 10 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gul ji bo ku çavdêriyê ji pêşnûmeya ku erka birîna mahrê dide muftiyan re bike xwest ku bikeve meclisê. Lê ji Canê re bi hinceta "qedexe ye" destûra bikeve meclisê nehat dayîn.    
 
Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gul ji bo ku çavdêriyê ji pêşnûmeya ku erka birîna mahrê  dide muftiyan re bike xwest bikeve TBMM'ê. Lê bi hinceta "qedexe ye" destûr nehat dayîn ku Cananê bikeve meclisê. Can a ku demek dirêj li ber deriyê meclisê yê mavanan hat rawestandin, bertek nîşanî vê rewşê da.
 
Canan wiha got: "Ez li ber derî mam û nikarim bikevim meclisê. Em ji bo ku li dijî pêşnûmeya erka birîna mahrê dide muftiyan ji bo ku pirsgirêkên xwe bînin ziman hatin meclisê. Em tenê 2-3 kes in. Lê ji min re hat gotin 'tu nikarî bikevî meclisê'. Tenê nexwestin ku ez bikevim meclisê."
 
Canan diyar kir ku li gel derbarê jinan de biryareke girîng ku wê bê dayîn bi hincetên pûç neqebûlkirina min a meclisê nayê qebûlkirin û ev tişt got: "Di demeke ku pêşnûmeya ji bo muftiyan tê nirxandin de ez nikarim bikevim meclisê. Di demeke ku ev pêşnûme tê nirxandin de neqebûlkirina min a meclisê nayê qebûlkirin."