'Em 10'ê Cotmehê ji bîr nakin, nadin ji bîrkirin'
- 15:02 10 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de bi hezaran mirovan, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin û pankarta "Me komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin" hat vekirin. Di axaftinan de hat gotin ku di ser bûyerê re 2 sal derbas bûye, lê di dozê de pêşketin tune ye.
Di 10'ê Cotmeha 2015'ân de li Enqerê bi destê DAIŞ'ê komkujiyek pêk hat û 102 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn, kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Stenbol
Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê ya Yekgirtî (BTS) a Stenbolê li ber Gara Haydarpaşayê kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî û xebatkarên BTS'ê yên hatin qetilkirin, wêneyên wan hatin rakirin. Serokê Şaxa Hejmar 1 a BTS'ê Ersîn Albuz diyar kir ku mirovan tenê aştî dixwest û aşkera kir ku ji êrîşkaran hesab nehatiye pirsîn. Her wiha Kubra Meltem Mollaoglu û Gulşen Ulker Bîrdal ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Karacaahmetê ya Uskudarê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Dîcle Delî jî li Zeytînburnuyê hat bibîranîn. Girseya li Sultangaziyê li Goristana Gaziyê hatin gel hev, Serdar Ben bi bîr anîn.
Îzmîr
Bîranîna li ser banga Hêzên Demokrasî û Kedê ya Îzmîrê jî li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan pêk hat. Bi sedan kesan pankarta "Em 10'ê Cotmehê ji bîr nakin, nadin ji bîrkirin" vekirin û xwestin hesab ji kujeran bê pirsîn. Li ser navê hêzên demokrasiyê Mustafa Guven axivî û aşkera kir ku hêrsa wan mezin e. Malbatên di êrîşê de xizmên xwe winda kirin jî mafê axaftinê giritn. Hevjîna Mesut Mak ê jiyana xwe ji dest da, Evrîm Mak diyar kir ku heta hesab ji kujeran neyê pirsîn, dê aştiyek mayînde neyê vî welatî.
Êlih
Halîl Îbrahîm Atilgan û kurê wî yê 9 salî Muhammed Veysel Atilgan jî li navçeya Kercewsê ya Êlihê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Rêveberên HDP, KESK û SES'ê beşdarî bîranînê bûn û diyar kirin ku ew ê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin.
HDP: Heta dawî dozê bişopînîn
MYK'a HDP'ê jî têkildarî komkujiya 10'ê Cotmehê daxuyaniya nivîskî weşand. Navenda HDP'e diyar kir ku ew dê qet komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr nekin û wiha got: "Li Gara Trenê ya Enqereyê kurd, tirk, elewi, sûnî, kedkar, jin, ciwan bi deh hezaran ji bo aştiyê kom bûn. Lê di dîroka Komarê de bûyera herî bi xwîn pêk hat. Xwekujên zindî yên DAIŞ'ê 102 mirovên me qetil kirin û 419 mirov jî birindar kirin. Bi daxwaza muzakere û aştiyek mayînde bi banga KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê bi tevlêbûna dehan sazî ji bo aştiyê kom bûn. Ji bo bûyerê navêjin ser DAIŞ'ê çi ji destê wan hat kirin. Em heta dawî êşa malbatan parve dikin û em ê dozê bişopînin."








