Li Edeneyê bibîranîna Komkujiya Enqereyê

  • 13:23 10 Cotmeh 2017
  • Rojane
EDENE -  Kesên ku di Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan li ber Gara Trênê ya Edeneyê bi daxwiyaniyê hatin bibîranîn.
 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê DAIŞ’ê êrîşî Mîtînga Aştiyê kiribû û di encama êrîşa bombeya zindî de 102 kesî jiyan xwe ji dest dabûn. Ji bo kêsên ku hatin qetilkirin li Edeneyê bibîranîn hat lidarxistin. Di bibîranîna ku bi pêşengiya Platforma Şaxên Edeneyê ya KESK’ê hat li darxistin de nepoxên spî û wenêyên kesên ku jiyana xwe ji dest dan hat hilgirtin.
 
‘Ên berpirsiyar  derneketin holê’
 
 Berdevkê  Demê yê Platforma Şûbeyên Edeneyê ya KESK’ê Tongûç Ozkan daxwiyanî xwend û wiha got:”Du sal di ser komkujiyê de derbas bû lê êş û hêrsa me hîn derbas nebûye û hîn berpirsiyarên komkujiyê diyar nebûne. Hêzên li dû komkujiyê hîn nehatiye diyarkirin, ji bo ev hêz diyar bibin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”  
 
Bibîranîn bi hewaxistina nepoxên spî bi dawî bû.