Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin

  • 12:52 10 Cotmeh 2017
  • Rojane
COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê qedexeya li 31 qadên girêdayî navenda bajêr û navçeyan ku di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” de hatibû îlankirin 15 rojên din jî dirêj kir.
 
Walîtiya Colemêrgê qedexeya li  31 qadên girêdayî navenda bajêr û navçeyan ku di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” de  ji 26’ê îlonê heta 10’ê cotmehê dirêj kiribû, li heman herêman 15 rojên din jî dirêj kir. Walîtiyê ragihand ku dema qedexekirina 31 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê, navçeyên wê Gever, Şemzînan û Çelê ji 11'ê cotmehê heta 25’ê cotmehê hatiye dirêjkirin.