Yên ku gotin ‘Em 10’ê Cotmehê nadin jibîrkirin’ rastî êrîşa polîsan hatin
- 11:58 10 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Girseya ku xwest biçe Gara Trênê û yên ku jiyana xwe di komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de ji dest dan bi bîr bîne rastî êrîşa polîsan hatin. Di girseyê de birîndarên 10’ê Cotmehê, malbatên ên ku jiyana xwe ji dest dabûn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistên kedkar cihê xwe digirtin.
10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrîşî Mîtînga Aştiyê kiribû û 102 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hat xwestinku bîranîn bê lidarxistin. Êrîşên polîsan ên li dijî vê bîranînê dewam dike. Bi biryara walîtiyê bîranîn hat qedexekirin û polîsan bi gaza îsotê êrîşî malbatan, birîndaran, rêxistinên kedkaran û nûnerên partiyên siyasî kirin.
Piştî êrîşa polîsan birîndar, malbat,endamên Saziya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê derbasî Odeya Endezyarên Înşatê (IMO) bûn û xwestin ku daxwiyaniyê bidin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beşdaş û Ahmet Yildirim beşdarî daxwiyaniyê bûn.
Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:”Ev êşa ku berê li Amedê hatibû jiyîn li Enqereyê û li Dîlokê dewam kir. Me li Enqereyê 102 can winda kir. Ev komkujiya di dîroka Tirkiye de yek ji komkujiyên herî mezin e. Me tu kesî ev komkujî ji bîr nekir û em ji bîr nakin.”
Di êrîşa polîsan de girse di IMO’yê de mehsûr man û yên li derve jî rastî êrîşa gaza îsotê hatin.








