Ji tecrîdê re na û li serokê xwe xwedî derkevin
- 11:07 10 Cotmeh 2017
- Rojane
EFRÎN- Bi sedan şêniyên navçeya Raco a herêma Efrînê tecrîde ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bi meşekê şermezar kirin .
Bi dirûşmeya " Ji tecrîdê re na û li serokê xwe xwedî derkevin " Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi Kongira Star re meşeke organîze kirin. Meş bi tevlîbûna Konrgira star, Saziyê Malbatên Şehîdan ,Endamên Komîteye Lihvanîn û Çareseriyê, PYD'ê ,tevahî sazî û dezgehên rêberberiya xwser û bi sedan gelê navçeya Racoyê pêk hat.
Girseya gel wêneyên Rêberê PKK ê Abdullah Ocelan û panqartên nivîsên”Heta Rêber APO azad nebe gelê bindest azad nabe”,Em bêbextiya navneteweyî ya li ser Serok APO şermezar dikin “,” azadiya Rêber APO misogeriya hevjiyana azad e”hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Dildêr Cudî û Berdevka kordînasyona Kongra Star Salîhe Mihemed axivîn.
Di axaftinê de komploya li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocelan hat şermezarkirin û hat gotin ku serkeftinên şoreşa rojava bi fikir û ramanên Rêber APO hat bi dest xistin.
Meş bi dirûşme daxwaze azadiya Ocelan bi dawî bû.








