Di ser komkujiya 10’ê cotmehê de du sal derbas bû
- 10:47 10 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Di komkujiya Enqereyê ya 10’ê cotmehê de du sal derbas bû. Di nav du salan de şer hîn bêtir gûr bû û li Kurdistanê polîtîqayên komkujî û îmhayê xistin dewrê. Di 7’ê Hezîranê de gelê ku daxwaza aştiyê derxist holê jî îradeya wan hat hepskirin û DAIŞ’ê li bajaran xist. Di 10’ê Cotmehê de li dijî welatiyê ji bo tevlî ‘mîtînga aştî û demokrasiyê’ ya li Gara Trênê ya Enqereyê bibin çû rastî êrîşê hatin û gelek kes hatin qetilkirin.
Di ser komujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê de ku bi destê DAIŞ’ê û dewletê pêk hat de du sal derbas bû.
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê welatî ji bo daxwaza aştiyê bîne cih bi sedan otobus ketin rêya Enqereyê. Beriya wê di 5’ê Hezîrana 2015’an de li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê êrîşa bombeyî pêk hat û piştre jî di 20’ê Tîrmehê de li dijî ciwanên SGDF’î yê ji bo zarokên Kobanê çûbûn Pirsûsê êrîşa bombeya zindî pêk hat. Li ser vê yekê ji bo daxwaza aştiyê bi awayekî xurt bê qêrîn di 10’ê Cotmehê de li Enqereyê mîtîng pêk dihat û her kes li wir kom bûbû. Di 10’ê Cotmehê de saet di 10.04’an de çalakî bi xwînê hat sorkirin. 102 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.
7’ê Hezîranê hêvî ji nû ve şîn kiribû
Beriya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an di 5’ê hezîranê de HDP’ê li Amedê mîtîngek pêk anî û li dijî mîtîngê êrîş pêk hatibû û 5 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Tevî hemû êrîşan gel çûbû ser sindoqan û li Tirkiyeyê aştî, demokrasî û wekheviyê qezenç kiribû.
Piştî komujiya Amedê li dijî ciwanên SGDF’ê di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê DAIŞ’ê êrîşa bombeyî pêk anî û 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Bloga aştiyê hat avakirin
Li dijî van geşedanan ji bo aştî pêk bê partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sîvîl hatin cem hev û bloka aştiyê ava kirin û ji bo wekhevî, aştî û demokrasiyê biqîrin jî bang kirin ku di 10’ê Cotmehê de li Enqereyê mîtîngekê pêk bînin. Di mîtînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de êrîşa bombeyî pêk hat û bi sedan kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di pêvajoya ku pevçûn gelek zêde bûn de Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal rojek beriya komkujiya Enqereyê daxuyanî dabû û gotibû PKK wê di 11’ê cotmehê roja yekşemê îlan bike ku heta 11’ê mijdarê yek alî biryara bêçalakîbûnê bigire. Piştî vê bangê ev êrîş pêk hat.
Li navçeya Gimgim a Mûşê di 16’ê Tebaxê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî vê li bajarên Kurdistanê ku tax jî di hundir wan de li 80 cihî qedexe hat îlankirin û bi giştî hezar û461 rojî berdewam kir. Di seranserê qedexeyan de li Kurdistanê bi hezaran mirov hatin qetilkirin û li Cizîrê di bodrumên hovîtiyê de nêzî 100 kesî li ber çavên hemû cîhanê hatin şewitandin û qetilkirin. Li Şirnex, Sîlopî û Nisêbînê jî dorpêç û qedexe hatin îlan kirin. 15 hezar xanî hatin tunekirin. Mîlyonek û 642 hezar kes mafên wan hatin binpêkirin.








