Ji bo cenazeyê ji TOKÎ’yê derxistin gelo testa DNA’yê tê kirin?

  • 09:19 10 Cotmeh 2017
  • Rojane
MÊRDÎN- Li Nisêbînê di înşata TOKÎ’yê yên piştî berxwedanê hatin destpêkirin de heta niha 8 cenaze hatin derxistin.  Cenazeyên hatin derxisti lê sê nexweşxaneyan hatin gerandin û ev 15 roje di morgê de tên sekinandin.  Nayê zanîn ku ji bo cenazeyan testa DNA’yê hatiye kirin an na.
 
 Piştî berxwedanên rêveberiyên xweser yên li Nisêbînê li taxên pevçûn hatibûn jiyîn înşata TOKÎ’yê hat destpêkirin û hîna didome.  Ji bin înşatê heta niha 8 cenaze hatin derxistin. Di hefteyên borî de jî hat hînbûn ku cenazeya Abdullah Ak hatiye derxistin.  Cenazeya ku şandin Qoserê nayê zanîn ku encama DNA’ya cenazeyê wê kengî derkeve.
 
Sê nexweşxane guhertin!
 
 Li gorî agahiyên ku malbat û çavkaniyên din dane; cenaze ewil şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.  Li vir dozger rapor nivîseye û piştre şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.  Li vir jî hinceta cih tine şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.  Cenaze ev 15 rojin tên sekinandin.
 
Ev 15 roje tên sekinandin
 
Cenazeyên ku 15 rojan dan sekinandin gotin ‘DNA hatiye kirin’ û şandin Rihayê û li goristana bêkesan beyî agahiya malbatan definkirine.  Der barê kar û barê DNA’yê de ne nexweşxaneyê û ne jî xebatkarên morgê ti agahî nedan.  Bi mehan berê 48 cenazeyên ku derxistin bû jî hene.  Ev piranî li goristana bêkesan ya Riha, Stenbol, Mêrdîn û Amedê tên definkirin.
 
Ligel vê 28 cenzeyên ku DNA’yê wan û navê wan du meh berê hatine teşîskirin jî radestê malbatên wan nehatiye kirin.
 
Malbatan da zanîn ku ev salek û nîve her her tim tên mijûlkirin û gotin ew heta cenazeyên xwe negirin wê têbikoşin.