Hevserokên komînan: Me sînorê koletiyê bi fikra Rêber Apo hilweşand
- 09:07 10 Cotmeh 2017
- Rojane
Kawenda Hîlalî
KOBANÊ - Hevserokên jin yên Komunan ku piştî hilbijartinê dest bi xebata xwe kirin kar û xebata xwe nirxandin û gotin;" Me sînorê koletiyê bi fikra Rêber Apo hilweşand , îradeya jina azad di şoreşa Rojava de bi serket."
Di berxwedana şoreşa rojavayê Kurdistanê de, têkoşîna lerşkerî ya QSD'ê, di nav de şoreşa jinê, şoreşa ziman li ser esasê ji nû de avakirinê bi fikir û projeyên netewa demokeratîk ya Rêber Apo bi serket. Pergala Ferderasiyona bakurê Sûriyê ku Îdeolojiya Rêber Apo dipejrîne ji bo ku tevahî gelê li ser xaka Sûriyeyê bi ziman û nasnameya xwe bijîn, gava yekmîn bi hilbijartina komunan pergala neteweya demokeratîk pêkanî. Têkldarî mijarê hevsreokên komînan kar û xebatên xwe yên piştî hilbajrtinê nirxandin.
'Em bi dengê azad hatin hilbajartin'
Dayîka Aliya Remzî hevseroka komuna Ş. Agirî derbarê xebatên xwe de axivî û wiha got:"Dema ku rêjîma Baasê desthildar bû li Sûriyeyê, jin her dihatin çewisandin û di civakê de ne xwedî gotin bûn. Lê belê bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re bi fikira Azadiya jin ku Rêber Apo derxist holê, îro jin di hemû qadan de bi awayekî serkeftî cih digirin. Ji ber em bi dengê azad hatine hilbijartin em ê li gorî baweriya civaka xwe tevbigerin û kar û xebata xwe bimeşînin. Her wiha em ê çareseriyê ji pirsgrêkin civakê re bibînin."
'Îradeya jina azad bi ser ket'
Hevseroka Komuna Ş. Xebat dayîka Edul Silêman jî derbarê xebata ku dikin de nirxandin kir û ev tişt got: " Piştî hilbijartinê me dest bi karê xwe kir. Bi hemû hêza xwe em tevli nav xebatê bûn. Bi îradeya ku me ji serokatî girt îro em pirsgirêkên civaka xwe çareser dikin û destekê didin jinên di bin zilm û îşkenceyê de ne."
Dayîka Edul bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî:" Bi alîkariya jinan karê me serkeftî dimeşe. Me sînorê koletiyê Şikand, îradeya jina azad di şoreşa Rojava de bi serket. Me xwe bi rêxstin kiriye. Erka ku em tevahî jinan bi rêxstin bikin dikeve ser milêm me."








