ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 10 Cotmeh 2017
  • Rojev
*Hikûmeta AKP'ê pêşnûmeqanûna birîna mahrê ya ji  aliyê miftiyan ve dixwaze roja sêşemê di parlementoyê re derbas bike. Bertek û nêrazîbûn li hemberî pêşnûmeqanûna birîna mahrê ya ji aliyê miftiyan ve jî berdewa dikin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Hûda Kaya ku li ser mijarê nirxandin kir, bi lêv kir ku  divê jin pêşeroja xwe radestî celladan nekin û got ku divê jin vê dijminahiyê qebûl nekin. BI DÎMEN
 
*Hevsrokên jin yên Komînan ku piştî hilbartinê dest bi xebatê xwe kirin kar û xebata xwe nirxandin, û gotin" Me sînorê koletiyê bi fikra Rêber Apo şikenand , îradeya jina azad di şoreşa Rojava de bi serket". BI DÎMEN
 
*Di ser Komkujiya Enqereyê re du sal derbas bûn. Di du salên derbasbûyî de pêvajoya şer kurtir bû, li Kurdistnê jî poîtîkayên îmhakirin û qirkirinê ketin dewrê, di 7'ê Hezîranê de îradeya gelan a ku bi daxwaza aştiyê li holê bû di girtîgehan de hat hepiskirin û bi bombeyên DAIŞ'ê başar hatin hilweşandin...
 
*Li kolanên Kobanê salvegera azadiyê tê pîrozkirin û dengên zarokan yên li kolanan bi lîstikên bê sînor dikevin ber objektîfên me.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Sara Aktaş ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di meha Hezîranê de hat girtin, îdianameya wê hat amadekirin û  pirtûka helbestê ya Sarayê ku ji bo çapê amade bû jî wek delîla sûc hat hesibandin. Dozgeriya ku pirtûk nirxand, ji hevokên helbestê netewperestiya Kurd derxist pêş û ‘Yekitiya Dewleta Komara Tirk asteng kiriye’ îdia kir.
 
*Li Nisêbînê di înşata TOKÎ’yê yên piştî berxwedanê hatin destpêkirin de heta niha 8 cenaze hatin derxistin.  Cenazeyên hatin derxisti lê sê nexweşxaneyan hatin gerandin û ev 15 roje di morgê de tên sekinandin.  Nayê zanîn ku ji bo cenazeyan testa DNA’yê hatiye kirin an na.
 
*Li Mêrdînê di sala dawî de qetilkirina jinan ji sedî 63 zêde bû. Derbarê mijarê de aktîvîsta TJA’yê Semîre Kutê wiha got: “Berpirsê herî mezin yê vê dewlete. Ji ber li ser mirinan nayê sekinandin mirin zêde dibin. Em jî ji ber sazî hatine girtin nekarin xebatan bikin. Lê heta ji destê me bê emê têbikoşin.